Li Başûrê Lubnanê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 25 kes mirin
Di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de li Başûrê Lubnanê herî kêm 25 kes mirin. Gelek ji qurbaniyan ji heman malbatê û zarok bûn.
Di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de li Başûrê Lubnanê herî kêm 25 kes mirin. Gelek ji qurbaniyan ji heman malbatê û zarok bûn.
Artêşa Îsraîlê êrişên hewayî bir ser Başûrê Lubnanê. Herî kêm 25 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên xwecihî, êriş tevahiya şevê û ber bi destê sibehê ve li gelek herêman hate kirin.
Li bajarokê Harûfê di encama bombardûmana li ser malekê de ji heman malbatê 6 kes mirin. Hate ragihandin ku qurbanî dayik, bav û çar zarokên wan bûn. Tîmên rizgariyê diayr kirin ku ji binê enqazê bangên alîkariyê yên zarokan hate bihîstin.
Li gundê Şarkiyyeyê çar kes hatin kuştin. Li Kfarsirê dayikek û keça wê jiyana xwe ji dest dan, du kes jî birîndar bûn. Li Cibşitê hevjînên extiyar di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.
Li Duweyrê di êrişa li ser motorsîkletekê de kesek mir, yek jî birîndar bû. Li heman herêmê di êrişa duyemîn a li ser avahiyeke perwerdeyê de mirî û birîndar hene. Li Deyr ez-Zahrani di êrişa bi balafirên bêmirov de kesek mir, kesek jî birîndar bû.
HÎZBÛLLAH: ÎSRAÎL BI SER NEKET, WÊ NEGIHÊJE ARMANCÊN XWE
Li aliyê din Serokê Koma Hîzbûllahê ya li parlamentê Mohammad Raad diyar kir ku şerê Îsraîlê yê li dijî Hîzbûllahê bi ser neketiye.
Raad got, "Şerê dijmin ê ji bo tinekirina berxwedana li Lubnanê bi ser neket û wê negihêje armanca xwe."
Raad her wiha anî ziman ku lihevkirina navbera DYE û Îranê divê bi baldarî bê lêkolîn û îdîa kir ku mutabaqat teqwîmekê datîne ber hêzên Îsraîlê ku xwe ji Başûrê Lubnanê vekişîne.
Rayedarê Hîzbûllahê her wiha bang li hikumeta Lubnanê kir ku çarçoveya muzakereya neyekser a bi Îsraîlê re diyar bike. Ev daxuyanî beriya hevdîtinên nû yên navbera Lubnan û Îsraîlê hate dayin ku wê hefteya bê li Washingtonê pêk werin.